Li Emrîqayê êrîşa çekdarî: 2 mirî, 4 birîndar

Li wîlayeta Dakotaya Bakurê Emrîqayê di êrîşa çekdarî de yek jê polês 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê polês 4 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.07.2023 13:30:31 / Güncelleme: 15.07.2023 13:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li bajarê Fagoya Dakotaya Bakur pêk hat.

Li gor daxuyanîya ku ji teref polêsa Fakotayê ve hat belavkirin li ser ceddeyeke mezin ji teref kesekî ve bi çekan êrîş li polêsan hat kirin.

Di encama pevçûna ku pêk hat de polêsek canê xwe ji dest da, 2 polês jî giran birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di encama pevçûnê de êrîşdar hat kuştin, 2 sîvîl jî birîndar bûn.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfadekirin ku di encama êrîşa ji polêsê re pevçûn pêk hat.

Hêj nehat daxuyandin ku êrîş ji teref kê ve û ji bo çi hatîye kirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirn. (ÎLKHA)