Serokkomar Erdogan: Malîyeta erdhejê ji welatê me re 104 milyar dolar e

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, got ku malîyeta erdhejên ku li Mereş navend bû pêk hatin ji welatê me re 104 milyar dolar hatîye hesabkirin.

Ekleme: 14.07.2023 10:05:29 / Güncelleme: 14.07.2023 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji konferansa “Konferansa Tirk-Elman: Rola Sektora Taybet A Ewrupayê Di Qewetkirina Ji Nû Ve Cîhana Kar a Li Herêmên Erdhejê” ku ji teref Odeyên Senayî û Bazirganîya Elman ê bi tevî Yekîtîya Borseyan û Odeyên Tirkîyê ve hat lidarxistin re peyameke vîdeoyê şîyand.

Erdoganê ku daxwaz kir bira ev konferans ji xêrê re bibe wesîle, ji hemû kesên ku di alîgirtîna welat de cîh girtine re sipasîyan kir.

Erdoganê ku îfade kir bi du erdhejên mezin yê di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hatin gelek tesîrdar bûn weha got, “Me di van erdhejên ku bi navê felaketa sedsalê hatîye binavkirin de ji 50 hezarî zêdetir canên xwe kir binê erdê. Di yazdeh bajarên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne de 311 hezar avahîyên ku di 872 beşên serxwe de bûn xera bûn. Dikan, herêmên çandinîyê, ticaretxane û febrîqe zerarê dîtin. 14 milyon însanên me xerabîya erdhejê bi rasterast jîyan kirin.”

Di meha Cotmeh û Mijdarê de ew ê teslîmkirina xanîyan dest pê bike.

Erdogan di berdewama axavtina xwe de weha got:

“Em bi şeklê dewlet û gel dest dane destê hev û dil dane hev birînên erdhejê derman dikin. Em ji bona ku li herêmê jîyan ji normalî re vegere xebateke mezin bikar tînin. Me temamê kavilan rakir, li herêmên ku rîska erdhejê tineye jî dest bi lêkirina xanîyan kirîye. Em ê di meha Cotmeh û Mijdarê de teslîmkirina xanîyên ku dawî bûne gav bi gav dest pê bikin.

Malîyeta erdhejê ji aborîya welatê me re tevahî bi 104 milyar dolarî tê hesapkirin. Em ê bi îzna Xwedê di bin ev barê giran de bi tevî alîkarîya wek dostên we rabin înşeallah. Ez vê konferansa ku ji teref Odeyên Senayî û Bazirganîya Elman ê bi tevî Yekîtîya Borseyan û Odeyên Tirkîyê ve hatîye lidarxistin bi dilxweşî pêşwazî dikim.” (ÎLKHA)