Pisporan ji ber hewaya germ hişyarîyan dan

Pisporan ji welatîyan re diyar kir ku haya xwe ji germahî bikin germahî zêde bûn.

Ekleme: 12.07.2023 14:05:32 / Güncelleme: 12.07.2023 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Digel zêdebûna germîya hewayê hejmara kesên ku ji ber germahîyê nexweş dikevin jî zêde dibin. Pispor destnîşan dikin nexasim ew kesên ku extîyar in û ew kesên ku bi wan re nexweşîyên giran heye divê dîqqet bikin.

Li seranserê welêt nexasim jî li hinek herêman germahî pir zêde bûn ku ji ber vê yekê pisporan hişyarî dan.

Ew kesên ku extîyar in û ew kesên ku bi wan re nexweşîyên giran heye divê dîqqet bikin.

Doç Dr. Yucel Yuzbaşiogluyê Pisporê Tipa Acîl e û Endamê Hîndakarîyê yê Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê ye derbarê tavlêxistina serî û netîceyên wê de welatîyan agahdar kir.

Yucel weha got, “Dema ku germahî derdikeve li ser 40 dereceyan ev nexweşîya lêxistina tavê ya serî bi millet re tê dîtin. Tîbûna zêde, bêhalî, kêm çûna destava biçûk û xweydannedayîn nîşaneyên vê nexweşîyê ne. Ger bi yekî serêş, xelîna dil û tiştên bi vî awayî delîl in ku rewş nebaş e.”

Yuzbaşioglu di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir nexasim ew kesên ku extîyar in û nexweşîyên giran bi wan re hene dîqqet bikin

Yuzbaşioglu, “Ev nexweşî nexasim exlebe bi wan kesên îxtyar û kesên ku bi wan re nexweşîya şekir, qelb, gurçik û yên mîna wan hene re tê dîtin. Divê ev kes di hewayên germ de pir zêde li xwe dîqqet bikin.  Ji bo vê yekê jî heta ne mecbûr bin bila derneyên derve û dema ku derketin jî bila dermanên xwe bixwin û pir zêde avê vexwin.” (ÎLKHA)