Li Swêdê pîrekek, ji bo Quranê bişewitîne ji polêsê re serlêdanek kir

Di pêvajoya bertek û hêrsên ku ji şewitandina Qurana Pîroz a ku di roja yekem ya Îda Qurbanê de hatibû şewitandin re hatibûn nîşandan hêj didomin, pîrekek jî ji bona ku hema provokasyonê bike serlêdana polês kir.

Ekleme: 05.07.2023 18:09:47 / Güncelleme: 05.07.2023 18:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî qenela SVT TV ya Swêdê pîrekeka 50 salî, ji bona ku li ber mizgeftekî a li Stockholmê Qurana Pîroz bişewitîne serlêdana polês kir. Hat destnîşankirin ku pîrek ji bona ku provokasyona bikarbîne ji qereqolê re daxawazîya “Di demeke kurt de” serlêdana wê bê qebûlkirin kir.

Xeyn ji ev agahîyê zilamekî 30 salî jî ji bona ku bertek ji şewitandina Quranê re nîşan bide ji polês re ji bona ku tewrat û încîla ku hatîye tehrîfkirin di 15ê Tîrmehê de li ber balyozxaneya rejîma îşxalker bişewitîne serlêdanê kir; vêya jî di çarçoveya “azadîya fikrê” de xwestîye ku bike.

Hat îfadekirin kesekî jî ji bona ku di 12ê Tîrmehê de li navenda Helsingborgê kitêbekî ku diyar nekirîye ew kitêb ya kîjan dînê ye bişwitîne serlêdanê kirîye.

Li Swêdê di roja yekem a Îda Quranê de Quran hatibû şewitandin, ev êrîş jî di serî de li Tirkîyê li welatên Îslamê bûbû sedema bertekan. (ÎLKHA)