Li Iraqê ji ber şewitandina Quranê xelq bi ser Balyozxaneya Swêdê de girt

Hat ragihandin li Bexdaya paytexta Iraqê ji ber şewitandina Quranê xelq bi ser Balyozxaneya Swêdê de girt û bertek nîşanî ji şewitandinê re da.

Ekleme: 30.06.2023 13:40:32 / Güncelleme: 30.06.2023 13:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwepêşandarên ku pêşî têketin hewşa balyozxaneyê dûre derketina li ser ban û slogana “Ji Quranê re Erê” avêtin û wan kesên ku li Stockholmê Qurana Kerîm şewitandin telîn kirin.

Hêzên ewlehîyê yên Iraqê ji ber bûyerên ku rû dan li derdorê tedbîrên ewlehîyê zêde kirin û wê Herêma Kesk ji çûyîn û hatina trafîkê re girtin.(ÎLKHA)