Sazîya Claîmê li Almanyayê rapora dijminitiya bi îslamê re weşand

Li almanyayê rapora dijminantiya li dijî îslamê hat eşkerekirin. Di raporê de hat gotin; di sala 2022an de  898 waqa hatinin qeydkirin. Ev yek jî tê vê maneyê, her roj 2 waqayên dijminantiya li dijî îslamê çêdibe.

Ekleme: 27.06.2023 16:20:06 / Güncelleme: 27.06.2023 16:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îttîfaqa djiî dijmintiya bi îslam û misilmanan re li Almanyayê cara ewil rapora neteweperestîyê bi raya giştî re parve kir. Wezareta malbatê jî destekê dide vê îttîfaqê.

Di raporê de hat gotin di sala 2022an de di çerçoveya dijmintiya bi îslamê re 898 waqa li Almanyayê hatine qeydkirin. Ev yek jî tê vê maneyê ku her roj di waqayên dijî îslamê pêk tên. Di raporê de eşkere tê xuyakirin kur, ev bûyerên ku bi belgeyan hatinin tespîtkirin, li dijî Misilmanan îfadeyên lêsorkirinê, tevger, tehdît û êrîş hene.

Bi giştî li dijî Misilmanan cudakirin, tevgerên rencîdekar, êrîşên bi şîdet pêk tên.

Di raporê de mînak jî ji bo neteweperestîyê hatin dayin. Hat gotin ku li dijî zarokan û ciwanan êrîş zêde bûne.

Rêvebirê saziyê Rima Hanano got, dijmintiya bi Misilmanan re tecrubeyek bi êş e.

Zanyarê civakê ya rayedarê navenda ahengbûn û lêkolîna koçberiyê Dr. Cîhan Sînanoglû jî bîlxasa pîrekên misilman di sîstema sihetê de rastî cîhekariyê tên.

Lêkolînera Saziyê Elîzbet Valserê jî got, li Almanyayê hinek bûyerên li dijî Misilmanan nehatinin ragihadin.

Valsera got, gelek mexdûrên nijadperestîyê baweriya xwe bi rayedarên ewlehiyê naynin. Hinek kes jî digel heqdar, dibêjin ger biçin gilî bikin wê carek din mexdûr bibin. Ji ber vê yekê gilî û şîkayet nakin.

Valsera got, divê hemû civak li dijî vê qewimyetperestî û dijmintiya bi Îslamarê bisekinin û mucadeleyê bidin. (ÎLKHA)