Li Erebistana Siûdî hejmarê namzedên hecê 1,5 milyonî derbas kir

Erebistana Siûdî, daxuyand hejmarê namzedên hecê yên ku ji derveyê welat hatine 1,5 milyonî derbas kir.

Ekleme: 25.06.2023 14:50:29 / Güncelleme: 25.06.2023 14:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi tevî destpêkirina demsala hecê bi milyonan namzedên hecê çûn axên mibarek.

Midurtîya Giştî ya Pasaportan ê Erebistana Siûdî, hejmarê namzedên hecê yê ku ketina nav welat eşkere kir.

Li gorî daxuyanîyê, bi tevahî 1 milyon 626 hezar û 500 namzedên hecê ketine nav welat. Ji vana jî 1 milyon 559 hezar û 53 hebên wan bi balafiran ketine nav welat, 60 hezar û 617 kesan bi rêwîtî, 6 hezar û 830 kesan jî bi rêya behrê hatine hecê.

Li gorî Sazîyên Îstatîstîka Erebistana Siûdî, di sala 2023yan de him ji nav welat him jî ji derveyî welat ew ê tevahî 2,4 milyon endamên hecê dihatin hêvîkirin. (ÎLKHA)