Li Stenbolê wesayît ji rê derket: 14 birîndar

Li Çatalcaya Stenbolê wesayîteke ku koçber tê de bûn ji rê rê derket û li darê qelibî, di encama qezayê de 14 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 23.06.2023 09:45:35 / Güncelleme: 23.06.2023 09:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li alîyê rêya Kumburgaza TEM ya Çatalcayê di seat 01.00an de pêk hat.

Wesayîta ku di nav wê de 14 koçber hebûn ji rê derket û qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê ji cîhê qezayê revîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Cenderme jî derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)