Li Parîsê teqîna xazê: 16 birîndar

Li paytext Parîs a Fransayê ji ber xazê teqînek pêk hat nîvê avahîyekî hilweşîya. Li gorî diyarîyên ewil di teqînê de 7 jê giran 16 kes birîndar bûn.

Ekleme: 22.06.2023 11:15:29 / Güncelleme: 22.06.2023 11:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Edouard Civelê Alîkarê Serokê Şaredarîya Herêma 5emîn a Parîsê, daxuyand di Taxa Val de Graceyê de ji ber xaza qaçax teqînek pêk hat.

Cîvelê ku diyar kir di gelek avahîyan de şewat derket, ekîbên îtfaîyeyê xebateke zêde bikar anîtin.

Li gorî diyarîyên ewil di encama teqînê de 7 jê giran 16 kes birîndar bûn, avahîyek jî xera bû. (ÎLKHA)