Serlêdanên qursên Quranê ên havînê dest pê kir

Serlêdanên qursên Qurana Pîroz ên havînê yê ku bi milyonan zarok û ciwan ji wê qursê îlmê Quranê û dînî hîn dibin ji îro pê ve dest pê kir.

Ekleme: 19.06.2023 09:55:36 / Güncelleme: 19.06.2023 09:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Miraceatên ji perwerdehîyên ku di mizgeftan û qursên Quranê de bi rûbirû bên kirin re ew ê heta 10ê Tîrmehê bidome, serlêdan ew ê di miftîtîyên navçe û bajêr, mizgeft û qursên Quranê de bên kirin.

Dewra perwerdehîya qursên Quranê ya sala 2023yan ew ê ji 3yê Tîrmehê dest pê bike û heta 11ê Tebaxê bidome û ev perwerdehî jî rûbirû bê kirin.

Van perwerdehîyan jî li gorî xwestinê dibe ku berîya nîvroyê an jî dibe ku piştî nîvroyê bi 3 seatî bê plankirin û ew ê 6 hefte bidome.

Ew ê di qursên Quranê de mele, xetîp, miezzîn û xoceyên qursên Quranê wezîfe bigrin.

Ew ê di perwerdehîya sala 2023yan de ji ciwanên 12-18 salî re jî “Bernameya Qursên Quranê ên Havînê ya Bi Raketin” bê tetbîqkirin. (ÎLKHA)