Wesayîteke ewlehî ya teybet qeza kir

Li ser rêya Dîyarbekir-Xarpêtê wesayîteke ewlehî ya taybet li şerempolê gêr bû.

Ekleme: 16.06.2023 11:35:27 / Güncelleme: 16.06.2023 11:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên serê sibehê de li Çarrêya Lêgerîna Uçkuyuyê pêk hat. Wesayîteke ewlehî ya taybet a ku aîdê şîrketeke taybet e, ji ber ku şofêrê wesayîtê di wîrajê de nikaribû bizvirîya qelibî.

Di qezayê de ziyanê canî an jî madî pêk nehat û şofêrê wesayîtê jî di nav erebeyê de bi îmkanên xwe derket derve.

Ji bona ku wesayît bê rakirin bang li kêşvanê hat kirin. (ÎLKHA)