Li Kenyayê êrîşa bi mînê: 8 polês mirin

Li Kenyayê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de mînek a ku ji berê ve hatibû kirin bin erdê hat teqandin, 8 polês mirin.

Ekleme: 15.06.2023 10:55:33 / Güncelleme: 15.06.2023 10:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

John Otienoyê Komîserê Herêma Rojhilata Bakur, derheqê bûyerê de daxuyanîyek da. Otîeno, destnîşan kir ku ji wesayîta ku endamên ewlehîyê tê de bûn re bi mînê êrîş hat kirin.

Otîenoyê ku diyar kir “Di êrîşê de 8 polês mirin e” îfade kir ku êrîş li herêma Garîssaya ku li nêzê sînora Somalîyê ye hatîye kirin.

Hêj nayê zanîn ku êrîş ji teref kê ve hatîye kirin. (ÎLKHA)