Li 7 parêzgehên Efxanîstanê lehî rabû: 6 kes mirin

Rayedarên Wezareta Îdareya Afetan ê Îmarata Îslamî ya Efxanistanê ragihandin ku ji ber lehiya ku li 7 parêzgehên welêt bi tesîr bû 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.06.2023 10:50:31 / Güncelleme: 14.06.2023 10:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Îdareya Afetan ê Îmarata Îslamî ya Efxanistanê Seyfullah Rehîmî di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku baran û lehiya vê dawiyê li parêzgehên Kunar, Nuristan, Bedexşan, Paktia, Texar, Gur û Perwanê bi tesîr bûne.

Rehîmî got ku, "Ji ber lehiyê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. 30 xanî bi temamî xisar dîtine yan jî hilweşiyane. 7 pir hilweşiyan, 832 sewal telef bûn, hin zeviyên çandiniyê û baxçe di bin avê de man." got. (ÎLKHA)