Li Pakistanê êrîş li polês hat kirin: 2 mirî

Li bajara Keraçîya Pakistanê ji teref kesên çekdar ve êrîş li polêsan hat kirin, 2 polês hatin kuştin.

Ekleme: 11.06.2023 13:15:29 / Güncelleme: 11.06.2023 13:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsê Pakistanê diyar kir ku li herêma Sohab Gotha Keraçîyê, erebeyeke polêsan xwest ku hinek şikdarên bi motorbisiqletê bidin sekinandin û ji motorbisiqletê êrîş li polêsan hat kirin.

Di encama gulebaranê de 2 polês canê xwe ji dest dan û cesedên polêsan jî ji nexweşxaneyekî nêz re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)