Li Qazaxistanê şewata daristanê: 14 karker mirin

Hejmara karkerên ku di şewata daristanê ya li wîlayeta Abay a Qazaxistanê de canê xwe ji dest dan derket 14 kesan.

Ekleme: 11.06.2023 10:40:29 / Güncelleme: 11.06.2023 10:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya ku ji teref Wezareta Rewşa Awarte ya Qazaxistane ve hat dayin, li wîlayeta Abayê di şewata daristanê de 11 karkerên daristanê mirin.

Di şewatê de bi giştî 14 karkerên daristanê canê xwe ji dest dan.

Li wîlayeta Abayê di 8ê Hezîranê de li ser 60 hezar hektar erd agir bi daristanê ketibû.

Roja şewatê bi 11 xebatkarên daristanê yên li Servîsa Daristanê ya Uspenskoe re têkilî qut bû.

Wezaretê ragihand ku doh cenazeyên 3 karkerên daristanê hatin dîtin. (ÎLKHA)