Hecacên Kurdistanê bi rê ketin

Îro yekem karwanê Heciyên Kurdistanê ku ji 6990 kesan çêdibin ji bo îbadeta Hecê bi rêya bejahiyê ber bi Erebistana Siûdî bi rê ketin.

Ekleme: 09.06.2023 14:20:31 / Güncelleme: 09.06.2023 14:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heciyên Hewlêr û Duhokê, vê sibê li deriyê Pirdê, heciyên Silêmanî û Helebce û Germiyanê jî diçin Kerkûkê û li wê derê digihîjin hev û ber bi başûrê Iraqê bi rê dikevin.

Li ser geştên asmanî yên heciyan, Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ji Wezareta Ewqafê re ragihandiye, roja 12ê Hezîrana 2023an, yekem karwanê heciyan bi rêya asmanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Erebistana Siûdî geştê dikin.

Li ser vê mijarê Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Karwan Stûnî ji ragihand, îro hemû heciyên Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin bi rêya bejahiyê ferza Hecê encam bidin, bi qonaxekê geştê dikin. (ÎLKHA)