Li Enqereyê şewata avahîyê: Mirîyek

Li Taxa Yenîmahalle ya Enqereyê ji ber şewata di apartmanekê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.06.2023 17:05:41 / Güncelleme: 08.06.2023 17:05:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer di apartmana Binnur a 10 qatî ya li Taxa Demetevlerê ya navçeya Yenîmahalle de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di qata pêncemîn a apartmanê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li ser agahiya kesên derdorê ku rewşê ferq kirin, ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê şewata ku ber bi qata jor ve ketibû kontrol kirin.

Di şewatê de nexweşa razayî Fatma Akbîyik canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Sedema şewatê tê lêkolînkirin. (İLKHA)