Polêsê Misirê li sînor 3 leşkerên îşxalker kuşt

Polêsek Misirî, piştî ku li sînor bi 3 leşkerên îşxalker re ket nav pevçûnê û wan kuşt canê xwe ji dest da.

Ekleme: 04.06.2023 11:09:42 / Güncelleme: 04.06.2023 11:09:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa rejîma îşxalker ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku polêseke Misirî li nêzê sînor 3 leşkerên sîyonîstan kuşt û di encama pevçûnê de polês jî canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşa Misirê ve hat dayîn de jî, hat teyîdkirin ku 3 leşkerên rejîma îşxalker û wezîfedarekî ewlehîyê ya Misirê canê xwe ji dest dan.

Rayedarên Misirê daxuyandin ku polês dema ku li pey qaçaxçîyên tiryakê direve sînor derbas dike û bi leşkerên îşxalker re dikeve nav pevçûnê.

Li gorî xeberên ewlehîya Misirê, rayedarên Misirê û îşxalkeran tehqîqata ku derheqê bûyerê de destpêkirîye di nav koordîneyê de dibin.

Çapemenîya îbranîyan jî daxuyandibûn ku li sînor pevçûnek pêk hatîye û di encama wê pevçûnê de jî 2 leşkerên îşxalker û kesekî yê bi çekdar hatine kuştin. (ÎLKHA)