Firotina şitilan dest pê kir

Ji ber ku germ dest pê kirin kesên ku dixwazin şitilan deynin çûn li cem şitilfiroşan.

Ekleme: 02.06.2023 14:20:31 / Güncelleme: 02.06.2023 14:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gel ji bo ku dixwazin sebzeyên xwe bigihînin çûne li cem şitilvanan.

Şitilvanên ku bêhtir şitilên riweka hewdikê, darên sîhê û darên fêkîyan difiroşin gotin ku li Rihayê bêhtir şitila îsotê tê firotin.

Îbrahîm Yalçinê ku ev 8 salê şitilvanîyê dike got ku îsal bêhtir rexbet ji şitilan re heye.

"Em şitilên îsot, firingî û bacanê reş difiroşin"

Yalçin got ku şitil di 3 mehan de mezin dibin û gotinên xwe werê domand: "Em firotina şitilan dikin. Em şitilên îsot, firingî û bacanê reş jî difiroşin. Şitil di 3 mehan de mezin dibin em jî di mehekê de difiroşin. Pîvaz û firingî 70 lîre, bacanê reş 70 lîre û îsot jî bi 100 lîreyî tên firotin. Îsal rexbet pir e. Ji ber ku li van deran îsot tê hezkirin bêhtir rexbetê dibîne. Em di meha Nîsan û Gulanê de firotinê dikin. Nêzî 20 rojên din em li vir in. (ÎLKHA)