Serokê Giştî yê HUDA PARê: Partîya me tesîreke zêde li ser encamên hilbijartinê kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê encamên hilbijartinan de nirxandinek kir.

Ekleme: 30.05.2023 13:30:30 / Güncelleme: 30.05.2023 13:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê ku encamên hilbijartinan nirxand destnîşan kir, gel îstîqrarê tercîh kir û rê neda emperyalan. Yapicioglu dûre wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Di gera duyem a hilbijartinên serokomarîyê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan muzaffer bû. Ez wî ji ber vê serkeftinê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev netîce ji bo welat û milletê me bibe wesîleya xêr û bereketan.”

“HUDA PAR tesîreke zêde li ser encamên hilbijartinê kir”

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser wan derew û îftîrayên ku derheqê HUDA PARê de dihatin gotin û destnîşan kir, netîceya ku di hilbijartinan de derket ji bo van derew û îftîrayan cewabek e. Yapicioglu dûre wiha got: “Ew hêzên şer ên herêmî û kûrewî yên ku siyaseta xwe ne ji ser reqabetê ji ser kîn û nefretê kirin û her wisa kampanyayên xwe yên hilbijartinê ji ser derew, îftîra û propagandayên reş birêve birin û çav berdabûn îstîqbala milletê me winda kirin û mexlûn bûn. Bêşiphe ên ku qezenc kir 85 milyon welatîyên me ye.  Em bawer dikin ev netîceya hilbijartinê ji bo sedsala nû ya Tirkîyê heyameke muhîm e. Înşaallah ew ê welatê me di pêvajoya bê de dê bi hêztir li rêya xwe berdewam bike. Divê bê gotin di vê pêvajoyê de HUDA PAR bi helwesta xwe ya sîyasî û bi pratîka ku nîşan da bû aktotekî girîng. HUDA PAR tesîreke zêde li ser encamên hilbijartinê kir.HUDA PARa ku di hilbijartinan de dengeyan guhart  him di hilbijartinên parlementoyê de û him jî di yên serokomarîyê de ji sedî sed gihaşt hedefên xwe û hebûna xwe bir Meclîsê. Ez cardin hêvî dikim ku encam bibin wesîleya xêran.”(ÎLKHA)