Li  gorî dînê Îslamê divê dawet bi çi şeklî be û meriv li çi miqate be

Endamê Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) Melle Fesîh Memîş derheqê ‘Li gorî Îslamê divê dawet bi çi şeklî bin û meriv li çi miqate bin’ de daxuyanaîyek belav kir û balan kişand li ser di kêf û şahîya de haya meriv ji çi hebe.

Ekleme: 26.05.2023 16:25:30 / Güncelleme: 26.05.2023 16:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Endamê Yekîtîya Aliman û Medreseyan  Melle Memîş balan kişand li ser zewaca ku Xwedayê Teala emir kirîye.

Memîş di daxuyanîya ku belav kir de dîyar kir ku, “Divê dawet bi gunehan neyên qirêj kirin û di dawetan de divê meriv li gor emr û nehyê Xwedayê Teala hereket bike. Rêya herî rast meriv di vê meşa ku hetanî dawîya emrê meriv wê bidome de li gorî Xwedayê Teala emir kirîye gavan bavêje.“

“Dînê Îslamê weke ku meriv teşwîqî zewacê dike kêf û şahîya ku di nav xeta helal de dimîne jî qedexe nake“

Memîşê ku balan kişand li ser meriv di nav xeta helal de divê zewacê jî kêf û şahîyê jî bijî wiha li axftina xwe zêde kir: “Xwedayê Teala di kaînatê de her tiştî cot xuluqandîye. Bi taybetî jî ji bo mexlûqên dijîn tiştê muhîm dewama neslê ye. Ev tişt ji bo însanan pirtir muhîm e. Xwedayê Teala emrê zewacê kirîye, Resûlê zîşan (s.x.l) jî teşwîqa wê kirîye. Di hedîsek şerîf de Resûlê Xweda wiha ferman kirîye: “ Kesê ku zewicîye nîvê îmana xwe xelas kirîye, ji bo nîvê din jî ji Xweda birtirsin.“ Ji ber vê yekê, dawet, ku beşek ji pêvajoya zewacê ye, merasîmek e ku ji bo kesên dizewicin re diaya xêrê tê kirin. Merasîma dawetê, ku gava yekem a zewacê ye, hema hema li hemû miletan, çi kesên ehlîkîtap û çi ne ehlî kîtab, bi şahî tê lidarxistin. Dînê Îslamê jî weke ku emrê zewacê kirîye kêf û şahîya ku di nav xeta helal de jî qedexe nekirîye. Hetta di Qur’ana Pîroz de Xwedayê Teala wiha ferman kirîye: Gelî yên ku bawerî anîne! Tiştên xweş û pak ên ku Xwedê ji we re helal kirine, hûn li xwe heram nekin…” Lê belê di berdewama ayetê de wiha ferman kirîye “Zêdegavîyê nekin.“ Pevrebûna ku bi zewacê dest pê kir bi emrê Resûlê Xweda îlan kirina eqda mehrê û vê îlanê jî li mescîdê bê kirin û bi erbanê bi kêf bê domandin. Li gorî dînê Îslamê kêf û şahî caîz e. Lê belê kêf û şahîya ku di nav sînorê helalîyê de bên kirin caîz e.“

“Tiştên ku di zewacê de dikeve li ser milên dê û bavan jî ew e ku di vê pêvajoyê de zewacê de astengî û zehmetîyan dernexin”

Memîşê ku bal kişand ser girîngîya zewacê axavtina xwe wiha domand:“Di rojevê de ji bona pevrebûnek bê zewac, bê nesil û zarok pir xebat tên kirin. Ev xebatên han ji bo pêşeroja însanan tiştek pir talûke ye. Ji ber vê yekê ji bo dewama neslê divê pevrebûn bi eqda mehrê dest pê bike. Divê li gorî emrê Xwedayê Teala zewac bê kirin. Tiştên ku di zewacê de dikeve li ser milên dê û bavan jî ew e ku di vê pêvajoyê de zewacê de astengî û zehmetîyan dernexin. Daxwazên zêde nekin. Yan na gelek xortên me ewê ji zewacê dûr bikevin,yan jî ên zewicîne jî di salên ewwil de ji ber deynan li hev nakin. Resûlê Xweda derheqê vê mijarê de wiha gotîye: “Zewaca herî bi xêr zewaca bê kulfet e.“

“Divê jin û mêr di dawetê de tevlihev nebin. Di nav însanan de evan tiştan wek edetê bi cîh bûne”

Memîşê ku derheqê zewacê de nirxandinên xwe domand wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê stranbêj li gotinên ku dibêje miqatebe da ku di nav gotinan de gotinên ku meriv dibe kufrê tunebe. Di nav gotinan de peyvên ku merivan teşwîqî tiştên heram bike divê tunebe. Digel vana jî divê pîrek û zilam ne tevlî hev bin. Bi taybetî di dawetan de weke ku di dawetan de serbestîyetek heye hereket dikin yan jî vêya wek edet tê dîtin evana ne rast in. Van tiştan ji bo eqdên zilam û pîrekan talûkeyek mezin e û millet bi vî hawî xera dibe. Zilam û pîrek bi şiklekî ji hev cuda dikarin kêf û şahîyê bikin û sitran û kilaman bibêjin. Evêya caîz e. Digel vêya ew xwedyê dawetê ku dibe sebebê pîrek û zilam tevlî hev kêf û şahîyê bikin mesûlê wan gunehên ku li wê derê tevî. Divê pîrek di rojên werê de wêne û vîdeoyên ku kişandine neavêjin medyayê, evêya ne caîz e.“ (ÎLKHA)