Zebîhûllah Mucahîd îddîayên ku li ser medyaya civakî hatin belav kirin tekzîb kir

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê Zebîhûllah Mucahîd diyar kir ku parvekirinên hatine belavkirin ku tên spartin li Alîkarê Serokwezîr Mela Abdulxenî Bîrader rastîyê nîşan nade.

Ekleme: 22.05.2023 10:30:31 / Güncelleme: 22.05.2023 10:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parvekirinên ku di mecrayên medyaya civakî de li ser navê Alîkarê Serokwezîrê Berpirsiyarê Karên Aborî yê Emîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê Mela Albulxenî Bîrader ve dihat spartin bêbingeh derket. Di parvekirina sexte de werê dihat gotin, "Şervanên me li Tirkiyeyê bi cih bûne. Em bi Cundullah û Hizbullahê re ji bo şoreşekê çêkin li bende ne. Em ji bo ku Tirkiye di nav dinyaya xwe de bibînin mucadele dikin."

Derket holê ku ev nivîsên di medyaya civakî de hatine kirin bêbingeh in.

 Zebîhûllah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamî yê Efxanîstanê li ser parvekirinên ku hatine
kirin daxuyaniyek da û got ku, tu daxuyaniyek bi vî şiklî yê Mela Bîrader tune ye û wek welat tu polîtîkayek wan ê wilo jî nîne û bal kişand ku ew îddîayên ku hatine kirin bêbingeh û derew in.

Berdevk Mucahîd di daxuyanîya xwe ya bi dengî parve kir de van îfadeyan bi kar anî:
"Selamun eleykum.
Daxuyaniyên welatê bira li Tirkiyeyê ya di heqê Mela Bîrader de hatine gotin rastîyê nîşan nade. Daxuyaniyeke werê yê Birêz Mela Bîrader tune ye. Tu polîtîkayeke werê ya Emîrtîya Îslamê ya Efxanîstanê jî tune ye. Em midaxeleyê mijarên hundurîn yên welatên din nakin. Em naxwazin bi
tu welatan re pirsgirêkên me çêbibin. Tirkiye welatê me bira ye. Em bi wan bawerin. Tekiliyên me yên nêzik hene. Tiştê ku hatiye parvekirin rastî rê nade û em wê ret dikin." (ÎLKHA)