Komên berxwedanê yên Filistînî: Êrîşên li dijî Eqsa'yê wê berxwedanê zêde bikin

Komên berxwedanê yên Filistînî diyar kirin ku li dijî binpêkirinên siyonîstên îşxalker ên li dijî Quds û Mescida Eqsa'yê hewce dike ku çalakiyên berxwedanê bên zêdekirin û planên wan ên qirêj bi tevgereke gelerî ya berfireh were têkbirin

Ekleme: 19.05.2023 17:25:32 / Güncelleme: 19.05.2023 17:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya hevpar ku ji teref komên berxwedanê ve hat kirin de hat îfadekirin ku meşîna alê yê qaşo ku li Qudsê tê tertîbkirin, di çarçoveya hewldanên dagirkeran de ye ku bajar bi temamî bixin bin kontrola xwe.

Komên berxwedanê her wiha diyar kirin ku Filistîniyên ku li erdên sala 1948`an hatiye îşxalkirin û her wiha Şerîeya Rojava û Qudsê dijîn, amade ne ku her kêliyê berxwedana xwe li hemberî Rejîma îşxalker a siyonîst zêde bikin.(ÎLKHA)