YSK: Qedexeyên hilbijartinan ji bo weşanan hat rakirin

Ahmet Yenerê Serokê Lijneya Bilind ê Hilbijartinan bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, qedexeyên hilbijartinan ji bo weşanan ji seat 18.30î pêve hat rakirin.

Ekleme: 14.05.2023 19:25:27 / Güncelleme: 14.05.2023 19:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yener di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hilbijartin li temamê welatan bi aramî bi dawî bû û di seat 17.00an de karê dengdayînê bi dawî bû. Yener di berdewam axavtina xwe de wiha got: “Qedexeyên hilbijartinan ji bo weşanan ji seat 18.30î pêve hat rakirin.”(ÎLKHA)