Li Efxanîstanê ji ber barana zêde lehî rabû

Ji ber lehiya ku di du rojên dawî de li sê parêzgehên Afganîstanê pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 08.05.2023 10:35:32 / Güncelleme: 08.05.2023 10:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Rewşa Afatê Şafiullah Rehîmî diyar kir ku ji ber barana zêde li parêzgehên Nangarhar, Paktiya û Xostê lehî rabû.

Rehîmî da zanîn ku di 2 rojên dawî de ji ber lehiya li van parêzgehan 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Rehîmî destnîşan kir ku di lehiyê de 60 xanî hilweşiyane û 350 heywan jî telef bûne.( ÎLKHA)