Wezîr Çavuşoglu: Civîna bi rojeva Sûriye wê 10ê Gulanê li Moskowê bê lidarxistin

Wezîrê Derve Mewlûd Çavuşoglu ragihand ku; ew ê bi wezîrên Rûsya, Îran û Sûrîyê di 10’ê Gulanê de li Moskowê civîneke çaralî pêk bînin.

Ekleme: 06.05.2023 14:50:30 / Güncelleme: 06.05.2023 14:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavuşoglu bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku rêveberiya Moskowayê dîroka yekemîn civîna wezîrên karên derve ku di 10ê Gulanê de li Moskovayê di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û rêveberiya Esed de wê bê lidarxistin, piştrast kir.
Çavuşoglu diyar kir ku ji bo Sûriyeyiyên ku ji cih û warên xwe bûne vegerin welatên xwe, têkiliya welatên ereb bi rêveberiya Esed re girîng e. Lê wî bal kişand ku piraniya welatên ereban naxwazin çekeke vala bidin vegera rêveberiya Esed bo Komkara Erebî mîna ku tiştek nebûye. (ÎLKHA)