Faşîstan doh li Trabzonê cardin êrîşî HUDA PARê kirin

Doh li Trabzonê komekî nijadperest  cardin êrîş bir li ser endamên HUDA PARê yên ku stand vekiribûn.

Ekleme: 05.05.2023 10:15:27 / Güncelleme: 05.05.2023 10:15:27 / Xeberen Kurdi / Trabzon Haberleri
Destek için 

Êrîşên nîjadperest ên ku hat êrîşî endamên HUDA PARê û standa wê ya hilbijartinê kirin hat hînbûn ku endamên partîya CHP, Zafer û ÎYÎ Partî ne. Di dema êrîşê de nîjadperstan dirûşmeyên mîna “Xwezî li wî kesî ku dibêje e Tirk im, Tirkîye ê Tirkan e û heta ebed dê wisa be,  Em Tirk in û Ataturkperest in.” avêtin.

Piştî ku CHP, ÎYÎ Partî û Serokê Bajara Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş HUDA PARê hedef nîşan dan êrîş li HUDA PARê hatin kirin.(ÎLKHA)