Li Ruandayê lehî û hezaz: 109 mirî

Li Ruandayê ji ber barana zêde  lehî û hezaz pêk hat. Di encama bûyerê de  109 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.05.2023 09:55:30 / Güncelleme: 04.05.2023 09:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Ruandayê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şimitî.

Di daxuyaniya ku ji çavkaniyên herêmî hat dayîn de hat diyarkirin ku li Ruandayê ji ber lehî û hezazê 109 kes mirin.

Waliyê Parêzgeha Rojava Francois Habitegeko diyar kir ku duh saet di 18:00 de li gorî saeta herêmî baran dest pê kiriye û bûye sedem ku çemê Sebeya bi ser ve here.

Habitegeko destnîşan kir ku pêşaniya wan aniha ew e ku xwe bigihînin her malên xerabûyî û rizgarkirina kesên asê mane.(ÎLKHA)