Li Nîjeryayê ji ber şewba menenjîtê hejmara mirîyan derket 124 kesan

Li Nîjeryaya ku yek ji welatên rojavayê Afrîkayê ye 124 kes ji ber şewba menenjîtê wefat kirin.

Ekleme: 02.05.2023 16:30:31 / Güncelleme: 02.05.2023 16:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin di nav heftîyekê de  li tevahîya welêt bi 297 kesan re  şewba menenjîtê hat tespîtkirin.

Hat ragihandin ku li herêma li ser sînorê Nîjerya-Nîjerê ji ber şewba şewbê heta niha 124 kes  mirin.

Hat diyarkirin ku xebatên ji bo kontrolkirina şewba li herêmê bênavber dewam dikin. (ÎLKHA)