Evîndarên Pêxember ji bo bernameya Mewlida Nebî tên qadê

Ji bo çalakiya Mewlid-i Nebî ya ku wê îro li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin, tije bûna qada mitîngê bi berê seetan dest pê kir.

Ekleme: 30.04.2023 13:15:31 / Güncelleme: 30.04.2023 13:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çalakiyên Mewlida Nebî yên ku ji ber şewba Coronavîrusê ev 3 sale naye lidarxistin, bi coşa Evîndarên Pêxember ji cihê ku lê sekinîbû dewam dike.

Çalakiya Mewlida Nebî ji teref Evîndarên Pêxember îsal bi temaya “Mînaka Yê Herî Baş Hz. Muhemmed” te sazkirin.

Ji bo çalakîyê berîyê çend rojan hazirî destpêkirin. Wesayîtên anonsê yên ku ji teref weqfê hatibûn amade kirin, li bajêr gerîyan û gel vexwendin çalakiyê.

Li qada çalakiyê ji xeynî alên Weqfa Evîndaran Pêxember wêneyên Yasîn Börü, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyad Guneş, Turan Yavaş, Cumalî Guneş û Aytaç Baran ên ku di 6-8ê Cotmehê de şehîd bûbûn û hatin daliqandin.

Endamê Komîteya Amadekar a Mewlid-î Nebî ya Weqfa Evîndarên Pêxember Menaf Adiyaman, diyar kir ku amadekariyên wan qediyane û ew bi coş û kelecan in ku di çalakiyeke nû de mazûvaniya Evîndarên Pêxember dikin. (ÎLKHA)