ÎHO EBRAR li Burundîyê xwarina fitarê da

Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ÎHO EBRAR li Burundîyê ku yek ji welatên Afrîkaya Rojhilata a herî feqîr e ji bi sedan kesî re xwarian fitarê de.

Ekleme: 11.04.2023 14:05:30 / Güncelleme: 11.04.2023 14:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dildarê ÎHO EBRARê Omer Polat derheqê xwarina ku ji teref komeleya wan ve ji kesên feqîr û jar re hatiye dayîn de wisa axivî:”Em di dawîya Remezanê de a niha li Burundîyê ne.  Burundî di 62 salên dawî de her tim bûye welatê herî feqîr û jar.  Em wek ÎHO EBRAR hatin vê derê û em niha li vê derê xwarina fitarê îkramê gelê vê derê dikin.”

Dunia Namaayê Temsîlkarê ÎHO EBRARê yê li Gatumbayê jî derbarê mijarê de wisa got: Ew dost û hevalên me yên ku ji Tirkîye û Ewûpayê hatin vê derê ji me re dibin alîkar. Ew nexasim ji wan kesên ku ji lehîyê zirar dîtin û malên wan xera bûn hatin vê derê.  Xweda xêra wan qebûl bike ku ji me re bûn alîkar. Xweda hezkirin û muhebbeta me zêdetir bike.  Ez ji bo wan xuşk û birayên me yên ku ji ber erdheja Tirkîyeyê zirar dîtin tazîyeyên xwe tînin zimê. Xweda cardin tiştekî wisa neke nesîbê me. Xweda rehma xwe li wan kesên wefatkirî bike û wan têxe cenneta xwe.”(ÎLKHA)