Henîyye û Nasrullah li Beyrûdê hevdîtin kirin

Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Henîyye bi Sekreterê Giştî yê Hareketa Hizbullaha Lubnanê Seyîd Hesen Nasrullah re hevdîtin kir û geşedanên dawî yên li Filistînê gotûbêj kirin.

Ekleme: 10.04.2023 11:30:28 / Güncelleme: 10.04.2023 11:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin di çarçoveya peywendiyên xwe yên li Lubnanê de, Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û lijneya pê re, bi Sekreterê Giştî yê Hareketa Hizbullah Seyîd Hesen Nasrullah re civiyan. Di hevdîtinê de aliyan derbarê  rewşa dawî ya Filistîna îşxalkirî, êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst a ser Mescîda Eqsayê û zêdebûna çalakiyên berxwedanê li Şerîeya Rojava û Xezeyê de îstîşare kirin.

Di hevdîtinê de ku pêşhatên dawî yên siyasî yên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin, amadehiya hêzên berxwedanê û peywendiyên Hizbullah û Hemasê hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)