Kesên çekdar li Nîjeryayê 80 sivîl revandin

Hat ragihandin li welatê rojavayê Afrîka Nîjeryayê çekdarên ku êrîşî gundekî kirin jin û zarok jî di nav de 80 kes revandin.

Ekleme: 09.04.2023 12:25:31 / Güncelleme: 09.04.2023 12:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê êrîşên komên çekdar dewam dikin, li eyaleta Zamfara ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê, çeteyên çekdar ji bo fîdyeyê êrîşî gundên dûr dikin û mirovan direvînin.

Li gundê Wanzamai ya navçeya Tsafe ya bakurê rojavayê welêt, herî kêm 80 kes, ku piraniya wan jin û zarok in, ji aliyê çekdaran ve ji bo fidyeyê hatin revandin.

Welatiyan diyar kirin ku çeteyên çekdar hê daxwaza fîdyeyê nekiriye.(ÎLKHA)