Di encama êrîşa çekdarî  ya ku li Burkîna Fasoyê hat kirin de 44 sîvîl mirin

Hat diyarkirin ku di êrîşa li bakurê Burkîna Fasoyê hat kirin de 44 sivîl mirin.

Ekleme: 09.04.2023 12:05:29 / Güncelleme: 09.04.2023 12:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîş li gundên Kourakou û Tondobî yên herêma Sahelê ya welêt pêk hat. Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, çekdarên nenas êrîşî gundên Kourakou û Tondobi kirin. Di êrîşê de 44 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li Burkîna Faso ya ku êrîş lê zêde ne, li gorî daneyên fermî ji sala 2015’an û vir ve nêzî 3 hezar kes mirine. Hat ragihandin ku li Burkîna Faso ya ku nifûsa wê 20 milyon e 2 milyon kes ji ber ewlehiyê ji cih û warên xwe bûne. (ÎLKHA)