• DOLAR 32.212
  • EURO 35.109
  • ALTIN 2536.347
  • ...
Di encama êrîşa çekdarî  ya ku li Burkîna Fasoyê hat kirin de 44 sîvîl mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîş li gundên Kourakou û Tondobî yên herêma Sahelê ya welêt pêk hat. Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, çekdarên nenas êrîşî gundên Kourakou û Tondobi kirin. Di êrîşê de 44 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li Burkîna Faso ya ku êrîş lê zêde ne, li gorî daneyên fermî ji sala 2015’an û vir ve nêzî 3 hezar kes mirine. Hat ragihandin ku li Burkîna Faso ya ku nifûsa wê 20 milyon e 2 milyon kes ji ber ewlehiyê ji cih û warên xwe bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir