Li Qeyserîyê tir li 5 erebeyan xist: 9 birîndar

Li navçeya Melîkgazîya Qeyserîyê tira ku şifêrê wî kontrola dîreksîyonê ji dest xistibû li 5 erebeyan qelibî, di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.

Ekleme: 06.05.2024 13:05:20 / Güncelleme: 06.05.2024 13:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, danê sibehê li Meheleya Tavlusunê pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, qezayeke ku tir, qemyon, otomobîl, mînîbus û 2 serwîsên karkeran tevlîhev bûbûn qewimî.

Di encama qezaya zîncîrî de 9 kes birîndar bûn. Li ser agahdayînê ekîbên polîs, tendirustî û îtfaiyeyên hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

3 birîndar di ambûlansan de hatin tedawîkirin, 6 kesên din jî hatin birin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)