Tanrikulu ji bo Ozel got: Feydeya tirsê tune ye

Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê  Şeyhmus Tanrikulu  derheqê gotinên Parlementerê CHPê Ozgur Ozel de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 07.04.2023 17:05:28 / Güncelleme: 07.04.2023 17:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Feydeya tirsê tune ye. Temamên kesên ku li dijî nirxên me yên maddî û manewî şer dikin, destekê didin jirêderketîyan, ji terorê hez dikin û destekê didin wê bila baş bizanibin ew ê 15ê gûlanê ji bo wan bibe roja mexlûbbûnê”

Tanrikulu di daxuyanî ku belav kir de destnîşan kir “Em di pêvajoyeke pir muhîm de ne. Nexasim piştî ku CHP û alîyên çepgir dîtin ku ew ê di hilbijartinê de bi ser nekevin, êdî dest pê kirin ku li welêt derdoreke kaotîk bi derewan pêk bînin û xelkê me bixapînin. Min berî vê çendakî li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kiribû û têde gotibû  ‘Ji çep bigire heta rast û navînê çi qas dijminên Îslamê  û bêexlaqên  dijberê malbatê hebin bila bizanibin ku ew ê 15 mehê ji bo wan bibe roja mexlûbbûnê.’ Ev gotina min ne tehdît, tespîtek bû. Dema ku  min van  gotinan parve kir min dizanibû ku ew  dijminê Îslamê û bêexalqên ku li dijî malbatê derdikevin aciz bibin. Lê berî tevekan Ozgur Ozel van tiştan girt li ser xwe. Ez ji vê derê bang li wî dikim: Feydeya tirsê tune ye. Temamên kesên ku li dijî nirxên me yên maddîn û manewî şer dikin, destekê didin jirêderketîyan, ji terorê hez dikin û destekê didin wê bila baş bizanibin ew ê 15ê gûlanê ji bo wan bibe roja mexlûbbûna wan.(ÎLKHA)