Encamên teqez ên hilbijartina herêmî di Rojnameya Fermî de ye

Sazîya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) qerara xwe ya derheqê encamên teqez ên hilbijartina 31ê Adarê, di hejmara îrî ya Rojnameya Fermî de weşand.

Ekleme: 07.05.2024 13:55:17 / Güncelleme: 07.05.2024 13:55:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di qerarê de rêjeya beşdarbûnê û rêjeya rayên partiyan ji bo hilbijartinên serokê şaredariya bajarê mezin, serokê şaredarî, endamtiya meclisa parêzgehan û endamtiya meclîsa şaredariyan hat dayîn.

Ahmet Yenerê Serokê YSKyê di heqê encamên teqez ên  hilbijartinê de peyivî û got ku, di hilbijartinan de ku 34 partiyên siyasî beşdar bûne, 61 milyon û 441 hezar û 882 dengder di 207 hezar û 848 sindoqên dengdanê de hatine tomarkirin û 31 milyon û 85 hezar û 280 ji wan jin û 30 milyon û 356 hezar û 602 kes jî mêr bûne.

Piştî îtîrazê li Guzelyurta Aksarayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê, Curnê Reş a Rihayê, Guneykaya ya Yildizeli ya Sêwasê, Pêr a Mêzgir a Dêrsîmê, Buyukkariştiran a Luleburgaza Kirklareliyê û Saglika Aksarayê jî biryar hat girtin wê di 2-ê hezîranê de hilbijartin wê şi nû ve bê kirin. (ÎLKHA)