Li Ekvadorê hejmara kesên ku ji ber hezaza axê mirin derket 28 kesan

Hat ragihandin ji ber hezaza axê ya ku li Ekvadorê pêk hat hejmara  kesên canê xwe ji dest dan derket 28an.

Ekleme: 04.04.2023 11:25:34 / Güncelleme: 04.04.2023 11:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bajaroka Alausîya girêdayê parêzgeha Chimborazoyê pêk hatibû. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana zêde ya ku barîya li bajarokê hezaza axê pêk hatibû û di encama bûyera ku pêk hatibû de 16 kes canê xwe ji dest dabûn. Hat hînbûn hejmara kesên ku mirin ji 16 kesan derket 28 kesan.

Tê diyarkirin ji bûyera ku pêk hat 6 kes sax filitîn û ji 61 kesan jî hêj xeber nayê standin û bi dehan mal di bin axê de man.(ÎLKHA)