Ji bo 11 bajarên li herêma erdhejê hişyarîya barana zêde hat kirin

Tê texmînkirin ku ew ê li herêma erdhejê yên mîna Entabê, Mereş, Xarpêt, Malatya, Semsûr, Kîlîs, Riha, Osmanîye, Edene û Diyarbekirê baran bibare û li bajarên din jî hewa bi ewr be.

Ekleme: 25.03.2023 11:05:35 / Güncelleme: 25.03.2023 11:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nirxandina dawî ya ku ji teref meteorolojîyê ve hat kirin de tê texmîn kirin ku ew ê li giştîyê welat hewa bi ewr be li beravê Egeyê, Rojhilata Behra Sipî, Rojhilata Behra Reş, Başûrê Rojhilata Anadolûyê ewê baranek pir bibare. Ji ber vê yekê ji welatîyan hat daxwazkirin ku bi tedbîr bin.

Tê texmînkirin ku sibeh û bişev li Navîn û Rojhilatê cîh cîh ewê mij, li beşên Rohilatê jî cemed bên dîtin. Li navenda Rojhilatê Behra Reş û li cîhê bilind ên Rojhilatê jî talûkeya aşîtê heye.

Tê texmînkirin ku di germbûna hewayê de tu cudahî çênabe û ewê li ser edetîyên demsalê berdewam bike. (ÎLKHA)