Yapicioglu: Ew ê hevdîtinên me yên di warê hilbijartinên parlementoyê de berdewam bikin

Lijneyek ji AK Partîyê ji bo standina desteka HUDA PARê ya di hilbijartinên parlementerîyê de çû navenda giştî ya HUDA PARê.

Ekleme: 13.03.2023 18:05:31 / Güncelleme: 13.03.2023 18:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî  hevdîtinê her du alîyan daxuyanîyek hevpar dan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di daxuyanîya ku piştî hevdîtinê da de destnîşan kir: “Berî niha teklîfa tevlîbûna tifaqê li me hatibû kirin. Ji ber vê yekê hevdîtin dihatin kirin. Lê belê ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hat ev hevdîtin kêm bûn. Lewra me tevan giranîya xwe da herêmên erdhejê  da ku birînên welatîyan derman bikin. Hevdîtin piştî wê hatin kirin û  nesîb be ew ê jî berdewam bikin.Ji xwe di warê serokomarîyê de me helwesta xwe aşkere kir. Di warê tifaqa hilbijartinên parlementoyê de jî ji hêla prensîbê ve problemek tune ye, lê belê ew ê ev tifaq çawa û bi çi awayî çêbibe ev yek ne aşkere ye. Em a niha li ser vê yekê gotûbêjan dikin. Ti tiştek bi şikleke veşartî  nayê kirin. Ger ev yek aşkere bibe em ê wê jî bi raya giştî re parve bikin.”

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partîyê Numan Kurtulmuş di daxuyanîya ku piştî hevdîtina bi HUDA PARê re da de destnîşan kir, ew ê hevdîtinên me berdewam bikin.(ÎLKHA)