Barzanî û Austinê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê  hevdîtin kirin

Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din, gotûbêj kirin.

Ekleme: 08.03.2023 11:05:28 / Güncelleme: 08.03.2023 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez xweşhal im ku min li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê kir. Me bi hev re, ligel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin behsa çend mijaran kirin, ji wan; pêwendiyên me yên ligel Hikûmeta Federal û hewlên berdewam ên Hewlêr û Bexdayê ji bo gihîştina rêkeftinekê ku di berjewendiya herdu aliyan de be.”(ÎLKHA)