Xelkê Efxen êşa Tirkiye û Sûriyeyê di dilê xwe de hîs dike

Xelkê Efxenistanê ji bo kesên ku di erdheja Mereş û Hetayê de canê xwe ji dest dane nimêj û îbadetê dikin.

Ekleme: 25.02.2023 10:05:31 / Güncelleme: 25.02.2023 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdheja ku navenda wê Mereş û Hetayê ye li 10 bajarên Tirkiyê û herwiha cîranên Sûriyê wêraneke mezin pêk anî. Li her du welatan zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn.

Piştî erdhejan, bi taybetî welatên îslamî mînakeke mezin a hevgirtinê nîşan dan û alîkarî şandin Tirkiye û Sûriyê û ew alîkarî jî hêj berdewam e.

Xelkê Efxen jî êşa Tirkiye û Sûriyeyê di dilê xwe de hîs dike. Li paytexta Efxenistan Kabîlê du jinên ku ji ber kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane xemgîn in, bi derfetên xwe li medreseyê bernameyek li dar xistin.

Di bernameyê de Qur'an hat xwendin û ji bo kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane dua hatin kirin. Du jinên Efxenî jî xwarin pêşkêşî şêniyên herêmê kirin û hemû lêçûn digirtin. (ÎLKHA)