Ummanîyan, vekirina sehaya hewayê ê welatê xwe ji rejîma îşxalker re şermezar kirin

Ummanîyan li ser medyaya civakî ji vekirina sehaya hewayê ya Ummanê bi navbeynkarîya Emrîqayê ji rejîma îşxalker re bertek nîşan dan.

Ekleme: 24.02.2023 12:15:31 / Güncelleme: 24.02.2023 12:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Umman, di roja ku rejîma îşxalker a sîyonîst li Nablusê qetlîamê kir de sehaya hewaya xwe ji rejîma îşxalker re vekir û ev qerar bertekê mirovên ku ji de’wa Filistînê re dil dane kişand ser xwe.

Hunermendên Ummanê û ji her sinifan mirov, li ser medyaya civakî bertekên nîşan dan.

Hunermendên ku diyar kirin ew normalbûnîya Ummanê bi rejîma îşxalker re qebûl nakin, ji meqamên Ummanê re bang kirin ku bira ji ev qerarê gaveke paşve bavêjin.

Hunermendan diyar kirin ku ew di hewayê, ser rûyê ‘erdê û behrê de hemû “normalbûnîyê” red dikin, ew bal kişandin ku meseleya Filistînê meseleyeke, hebûnê, edalet û sibêrojê ye.

Hunermendan bal kişandin ku rejîma îşxalker heta niha hemû peyaman îhlal kirîye, û ew hêvî dikirin ku Umman ji qetlîama Nablusê re bertek nîşan bide lê ew sehaya xwe ya hewayê ji îşxalkeran re vekirîye.

Hunermendan diyar kirin ku ev qerar nerîna xelkê Ummanê nîşan nade û ew daîma ji de’wa Filistînê re xwedî derkevin. (ÎLKHA)