Li Mereşê 2 hezar û 500 avahî xera bûn

Ji ber erdhejên ku pêk hatin li Mereşê 2 hezar û 500 avahî xera bûn.

Ekleme: 20.02.2023 12:25:26 / Güncelleme: 20.02.2023 12:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber du erdhejên ku mezinahîyên wan 7.7. û 7.6 bûn li Mereşê zirar û ziyaneke mezin pêk hat û bi hezaran însan wefat kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber du erdhejên ku di 6ê Sibatê de pêk hatin li Mereşê 2 hezar û 500 avahî xera bûn û 12 hezar û 458 kes jî wefat kirin.

Tê diyarkirin heta niha 80 hezar kes ji Mereşê hatin tahlîyekirin.(ÎLKHA)