HAKSÎAD: Em ji kesên ku keysbazîyê dikin re banga biwijdanîyê dikin

Komelaya Karsazan û Pîşesazên Heq (HAKSÎAD), mirovên ku ji ber erdhejê keysbazîyê dikin banga biwijdanîyê kir.

Ekleme: 16.02.2023 17:45:30 / Güncelleme: 16.02.2023 17:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Seleheddîn Guneşê Serokê Bajarê Dîyarbekir yê HAKSÎADê, bal li ser xerabûnên ku di encama erdheja Mereşê de pêk hatin kişand û ji wan kesên ku li hember ev musîbetê keysbazîyê dikin re bang kir.

Guneş weha got, “Di van rojên ku em rastî felaketeke mezin tên, em kesên ku firsetxwaz in, bi zêdekirina bihayê kirê, bihayê xwarinê û bihayê hemû berhemên hewce vedixwînin dadperweriyê. Em vê bêwijdaniyê qebûl nakin di vê heyama ku tevahiya civaka me bi taybetî jî yên li herêma erdhejê pir bandor li wan kiriye.”

Guneş kişand ku ev roj roja fikirandina berîka xwe nîne.

Guneş di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em dizanin û bawer dikin ku piştî her zehmetiyê rehetiyek heye. Em dixwazin her kes bizanibe ku ew ê kesên zilmê dikin, yên ku neheqiyê dikin û yên ku li ser wijdanê me keysbazîyê dikin binirxînin. Em bang li hemû kesî dikin. Endam, dost, heval û hogirên me bang dikin ku ji mirovên ku di nav rewşa xerab de ne re alîkarîyê bikin.”

Guneş ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane ji Xwedê daxwazîya rehmê ji bo birîndaran daxwazîya şîfa xêrê ji bo eqrebeyan re jî daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)