Li Dîyarbekirê di avahîyeke 14 qatî de şewat derket

Li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê di avahîyeke 14 qatî de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Ekleme: 14.02.2023 11:50:26 / Güncelleme: 14.02.2023 11:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, di seat 09.00an de di sîteya Ulaş 2 ya ku li Taxa Fabrîqeyê ye de pêk hat.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê midexeleyê şewatê kirin.

Di encama bûyerê de mirî an jî birîndar çênebûn lê xanî bi temamî şewitî. Sedema derketina şewatê jî tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)