Hejmara kesên ku ji ber erdheja li Kahramanmaraşê mirin 10 hezar derbas kir

Li bajarê ku ji ber du erdhejên mezin ên li Kahramanmaraşê 10 hezar û 194 kesan jiyana xwe ji dest dan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Ekleme: 13.02.2023 10:55:25 / Güncelleme: 13.02.2023 10:55:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Du erdhejên mezin ên di meiznahîya 7,7 a li Pazarcikê û 7,6 a li Elbîstanê de ku di 6ê Sibatê de pêk hatibûn û li 10 parêzgehan bandor bûbûn, wêraneke mezin pêk hatibû. Ji ber du erdhejên mezin ên ku li Kahramanmaraş, Edene, Adiyaman, Diyarbekir, Entabê, Hatay, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Riha pêk hatin, 29 hezar û 605 kesan jiyana xwe ji dest dan û 147 hezar û 934 kes jî birîndar bûn.

Li Kahramanmaraşê ji ber erdhejê 10 hezar û 194 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, ji bo mexdûrên erdhejê 30 hezar kon hatin vedan. Li herêmê xebat dewam dikin. (ÎLKHA)