Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, bi Serokkomar Erdogan re axivî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di hevdîtina ku li ser telefonê bi Serokkomar Erdogan re kir de bal kişand ku ew ji serê seatên erdhejê heta niha di sehayê de ne û derheqê alîkarîyê de jî çi ji destê wan bê hemû alîkarîyên xwe bidomînin.

Ekleme: 10.02.2023 11:30:30 / Güncelleme: 10.02.2023 11:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li ser hîsaba fermî a Twîtterê ya HUDA PARê, hat destnîşankirin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ser telefonê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di hevdîtinê de derheqê xebatên lêgerîn-xelaskirinê û alîkarîyê de nirxandinan hat kirin.

Serokê me yê Giştî diyar kir ku teşkîlatên me, di seatên ‘ewil yê erdhejê de di sehayê de bûne û ew ê alîkarîya ku ji destê wan bê jî bidomînin.” (ÎLKHA)