Ji Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê, Destê Êtîman, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman seferberîya alîkarîyê

Ji kampanyaya alîkarîya ku li Mêrdînê di organîzasyona Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê, Destê Êtîman, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman hat destpêkirin de welatîyan eleqeyeke mezin nîşan dan.

Ekleme: 08.02.2023 16:05:30 / Güncelleme: 08.02.2023 16:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama kampanyaya alîkarîyê a ku hat destpêkirin de 3 tir alîkarî hat komkirin, 2 tir ji Mereşê re tirekî jî ji navçeya Îskenderun a Hetayê re ew ê bê şîyandin.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê Azîz Onen derheqê alîkarîyê de agahîyan da û destnîşan kir ku bi tevî Destê Êtîman, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman van alîkarîyên xwe bi temamê lezgînîya xwe didomînin.

Onen weha got, “Melûmê hemû kesan e ku li welatê me erdhejeke ku bi tevî li navend Mereşê 10 bajarên me tesîrdar kirîye pêk hat. Ev rewş me ji dil û can tesîrdar kirîye. Em wek Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê, Destê Êtîman, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman bi sazîkî û bi endamtî li hemû bajarên xwe hene û li wan deran jî xebatên xwe bi lezgînîya xwe didomînin. Em ji li vê derê tiştên ku ji welatîyên xwe kom kirine ji wan re dişînin, ew jî ji welatîyên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re belav dikin. Îro roja alîkarîyê ye, îro roja mildayînê ye û îro roja ku em bi hev re hereketê bikin e. Îro bi îzna Xwedê em ê 3 tirên xwe birê bikin. Ew ê 2 heb tirên me biçe Mereşê, yê dinê jî ew ê biçe Îskenderun a Hetayê. Xebatên me yên li vê derê didome. Em ê alîkarîyên ku ji welatîyên me bighêjin me ji bona ku bişînin welatîyên xwe yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re bi lez bixebitin. Xwedê Teala bira ji welatîyên me yên ku ji erdhejê tesîdar bûne re bibe yar û alîkarîya wan bike, Xwedayê min selametê bide.” (ÎLKHA)